Ez li Çiyayê Şengalê li cem Derwêşê Evdi bûma!
Li ser pişta hespên spîbozî min xwe berdaya Deşta Mûsilê.
Dema Derwêş derb xwar, min ew rakira, bibira çiyayên Kurdistanê.
Min ji wî re bigota " Binêre, bi hezaran Edûlê û Duwanzdekan hene "
Min bigota, li van çiyayên xwedawendan lê textê xwe danîne, xweş razê.
Mirin ji ku, û çawa tê bila bê êdî xeman nexwe, Kurdîtî û jiyana azad a misogerbûyî rastiyên ebedî ne.
- A. OCALAN