EFRÎN, Rojava (Gulan 4, 2016) – Tevî hemû êrîşên terorîstî kû komên çeteyan bi armanca şikandina îradeya gel û yekîneyên parastinê li dijî Kantona Efrînê pêk tînin, beşdarbûna di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li wê herêmê bi coşa xwe ya berê dewam dike.
Di 4'ê Gulanê li Efrînê, Akademiya Şehîd Xebat, Dibistana Şehîd Xabûr, dewreya du meh perwerde a bi navê Şehîd Barîn bi awayeke serketî bi dawî kir. Torenek leşkerî kû bi boneya pîrozbahiya derçûna dewrê hatibû lidarxistin bi deqqeyek rêzgirtin ji bo ruhê şehîdan destpêkir. Dûre şervanên nû pey hev sonda tevlîbunê bi ziman anîn, nasnameyên xwe yên rêxistinî wergirtin û peywîr û herêmên kû wê têdê xebat bikin naskirin.
Zêdetir bixwîne:
http://bit.ly/1Tong2M
https://facebook.com/ypgdefense
https://twitter.com/ypgdefense