Tifaqa ku çê bû û alîkariya ku ji bo malbatê pêk hat
Berî demekê me di derbarê vê malbatê de agahî belav kirin, reportajek pêşkêş kir. Di dema herî teng de, wexta di sir û serma zivistanê de ji kontenera hesin bi zarokên hûr û nexweş re berî malbatê dabûn,
Gelek dostên hêja, rojnamevan û rewşenbîrên me bi alîkariyê re rabûn û piştgirî dan. Di malperên kurdî de belav kirin, milet agahdar kirin û di demeke kin de em bi tifaq û xêrxwaziyeke mezin re rûbirû bûn. Me ji bo dermankirina zarokên wan du caran pere gîhand wan. Vê carê jî malbateke ji deh kesan û zarokên nexweş pêk tê, dikare di xanîyeke germ, ziwa û bi şert û mercên normal de jiyana xwe berdewam bike. Paşî kontenereke hesin ew niha dikarin di xanîyekê de bijîn, di kîjanî de du ode, mitbax, banyo heye, her wisa gaz, av û ceyran tê de hene. Li ber xanî erd heye û bi çandina wê malbat dikare hinek pêwistiyên xwe yên rojane pêk bîne.
Divê bi rêzdarî û spasiyeke mezin navê xêrkaran were diyarkirin:
ji Rûsya -Prîskê Mihoyî, ji îspanya- Gîno Lobaro, ji Almaniya- Yilmaz Algin, Alî Yildiz, Memo Agatî, ji Bêlçîka- Mîdya Raşîdova, Lêyla Çildergûşî, ji Kazakîstan- Gûlzan Halîlova, ji Tirkyê -Mûstafa Aladax. Van hêjayan bi rêya bankê xêra xwe şandin.
Hêjayî gotinê ye ku ji Almanya kek Ferman Xidir Abû Kaşîn zehmeteke gelek mezin dît, bi me re tim pêwendî çê kir, xebateke gelek mezin pêk anî û xêreke mezin kom kir. Di demeke kin de bi alîkariya hogirên hêja li çend dewletên Avrûpa, ji nas, heval û dostên xwe, di şayî û şînan de pere kom kirin û şandin.
Di encama berhevkrina xêrê de wan ev rapor gihandin destê me:
1. 1000 euro ji mala êzdiyan li Helsnborî li Swêdê bi rêya şêx Celal bo destê kek Ferman Xidir
2. 200 euro ji Sendoqa xêra Ezdyan ( mîr Tehsîn Said Ali ) li Lalişê ji destê birêz Hazim Tehsîn beg
3. 600 euro ji êzdiyên bajarê Ofnûng bi rêya kek Osman Xelef,
4. 175 euro ji hin êzdyên Frankfort bi rêya Xelîl Qasim Bozanî.
5. 355 euro ji malbata kek Rizgar babê Kelesh u zarokên wî li Almanya.
6. 200 euro ji hin miletê me li Gissen bi rêya Shêx Dilo.
7. 1200 euro ji êzdyên Norwec bi rêya kak Saleh Odî .
8. 980 euro li shahyêk ê li Dortmund hat kom kirin bi rêya kek Ferman .
9. 100 euro ji hesaba komela êzidyan li Hamm u 50 euro ji layê kak Ferhad xidir .
10. 975 euro li shînek ê li Essen hat kom kirin bi rêya kak Ferman Xidir .
11. 420 euro ji hin êzidyên Oldenburg bi rêya birêzan Saleh Abdo u Serwan Muhsin .
Ev xêra ku bi rêya kek Ferman Xidir hate şandin, bi piranî ji lawên êzdiyên Kurdistana Başûr hatiye komkirin.
Spasiya kekê Yilmaz Yildiz dikin bo xizmeta wî . bi rêya wî Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark di nav endam, nas û dostan de 1500 dolar kom kir.
Spas bo rojnamevan kek Hesson Cewher, jib o xizmeta wî û zehmetiya ku kişand.
Spasiyên mezin bo rojnamevan û nivîskar Hesen Melo û Hejar Dawid ji bo piştgirî û xizmeta wan.
Spasiya wan hemû malperan dikim ên ku di derbarê vê malbatê de gel agahdar dikirin. Spasiya wan hemû kesan dikim ê ku bi gotinên piştgiriyê bi me re bûne an jî van zarokên nexweş û belengaz di duyayên xwe de bibîr anîne.
Ji hemû kesên ku piştgirî, xêr an xizmeta xwe dan vî karî, dibêjim mala we ava, xwedê xêr û cefayê we qebûl bike û bibe xêr û xweşî li rêya jiyana we û zarokên we.
Hêvîyek ji Xwedê ku van zarokan ji nexweşiyên çêbûyî biparêze û zêde li wan giran neke. Ev xanî jî bila bibe hêlîna parastina wan.
Rêz û Silav jibo we tevan. Hêvîya me ji Xwedê û Tawisî Melek ku tifaqa me xurttir û mezintir bike. Bimînin di xêr û xweşiyê de...
Marîna Siyabend
marinesiyabend@hotmail.com