Tu k’ulbeyî, tera bibm ez he’yran
Borjê Êzdit ser milê me tevane
Hê k’urnada rêça kal û bavane
Soz k’irarê me berê da k’edîme
Ez pir şame wekî îro Êzdî me
Li dnyaê şikr îro gelekn
Û miletê navê Tawûsî Melekm
Lê dînê me ew pak’je û rastî
Hol hola sor me destûre ça Êzdî
Wê dinêda em tavara xêrxazn
Xof û remê miletara dxazn
Şemsê mezn ew sbezû penj dide
Xêr û xaşî ser me teva vedbe
Heta Êzdî dewa neke tijar sebra wî nayê
Dewa dike reja dike rem belabe dinyaê
Ezê bêjm û e’lemkm dinyaê
Sêr mesrefa li meydana Serayê
Nexş nîgarê Êzdîxana he’nzelî
Deng blndkm ku belabe her alî
Ça rizmê kal û bava bîr dînin
Û ça Êzdî şikr dijîn dmînin
P’erê min hebe bfrim herm e’zmana
Biqevme nava dewr û zemana
Ez naguhêrm ol û dînê xay rengîn
Ola pak’j dîne xay ŞERFEDÎN
Wezîrê Alê
Axina Shangale 07.12.2021
Присоединяйтесь к ОК, чтобы подписаться на группу и комментировать публикации.
Нет комментариев